Çavuşoglu: Ji bo nehiştina PKKê em dê her piştgiriyê bidin Iraqê
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro Çarşemê 16ê Kanûna 2020an li Enqerê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên kir û piştî hevdîtinê, civîneke rojnamevanî ya hevbeş hat sazkirin.
Mevlut Çavuşoglu di konferansa rojnamevanî ya hevbeş a li gel Fuad Husên de agihand, "Ji bo nehiştina PKKê li Iraqê çi piştgiriyek ji destê me were em dê bikin. Di van demên dawiyê de rêkevtinek li dijî PKKê heye. Bi taybetê tê xwestin ku PKK ji navçeya Şingalê were paqijkirin. Cîbicîkrina vê rêkevtinê ji bo paşeroja Iraqê gaveke gelek girîng e.”
Çavuşoglu amaje bi yekê kir ku “PKK nûnertiya Kurdan nake û ew berî her alî bixwe dijmîne Kurdan e, û kurdên ku bîatê wê neke êrişê wan dike her li Iraq, Sûriye û Tirkiyê be û sedema êrişê wê yên van demên dawiyê bo ser Kurdên li bakurê Iraqê (mebest Herêma Kurdistanê ye) jî ev e.”
Fuad Husên jî da zanîn ku wan di hevdîtinê de pêşhateyên li herêmê gotûbêj kirine.
Husên eşkere kir ku ligel peywendiyên Enqere-Bexdayê nirxandine û herwiha diyar kir ku tekezî li girîngiya cîbicîkirina rêkevtina asayîkirina rewşa Şingalê kirin.
Rudaw
