Nasir Herkî: Em li gel berpirsên Hewlêr û Bexda li ser xet in bo çareseriya pirsgirêka Pelkane û Sergeran
Endamê lijneya asayîş û berevaniyê li Parlamentoya Iraqê Nasir Herkî ku heman demê de endamê wê lijneyê ye ku derbarê pirsgirêka gundên Sergeran û Pelkane dê serdana herêmê bikin û ji BasNewsê re ragehand: ‘’Gelek care erebên hawirde hewl didin bo dagirkirina gundên sînorê Sergeran û Kerkûkê. Lê hemû hewldanên şikestine. Bo çareseriya pirsgirêka Pelkane jî naha li gel berpirsên herêma Kurdistanê û Bexdayê em li ser xet in bo pirsgirêkên wan navçeyan li gor destûrê û bi rêya yasayan ve bê zelal kirin. Ji ber divê ew erd û zevî ji bo xwediyên wê yên rasteqîn bên vegerandin.’’
Herwaha got: ‘’Xwediyê resen ên wan erdan kurdin, ji ber ew xwediyê tapoyên reş ên dema Osmaniyanin di sala 1938ê ve hatine derxistin, lê erebên hawirde gelek caran ji sala 1963 û 1975 û 1987ê jî hewl dane gundên kurdan ên li wan sînoran dagir bikin, wan tenê peymana kiştûkalî ya dema Beis di dest wan de heye.’’
Nasir Herkî got: ‘’Naha rewşa Pelkane aram e û heta şandeya parlamentoyê digehe navçeyê jî ti erebekî hawirde naçe nav xaniyên vala yên gund. Li gel fermandarên lîwaya 32 firqeya 8 a artêşa Iraqê ez axiftim, wan piştrastî da ku nahêlin ti pirsgirêkek çêbibe.’’
Basnews
