• Friday, 06 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî êrîşên PKKê bi tundî şermezar kir

Gulan Media December 15, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî êrîşên PKKê bi tundî şermezar kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çend tweetan de êrîşên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên ser hêzên Pêşmerge û destwerdanên wê yên di xwepêşandanên Herêma Kurdistanê de bi tundî şermezar kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Em bi tundî êrîşa şeva borî ya çekdarên PKKê ya ser hêzên Pêşmerge li devera Amêdî şermezar dikin. Di vê demê de sê Pêşmerge û efserê asayîşê, li ser destê çekdarên PKKê hatin şehîdkirin.”

Mesrûr Barzanî herwiha tekez kir: “Ev êrîşên PKKê û hewldanên wan bo destwerdan û ketina nav xwepêşandanên aştiyane yên welatiyên Herêma Kurdistanê, gefê li aramiya herêmê dixwe.”

K24
Top