Parlementoya Erebî piştevaniya danûstandinên Hewlêr û Bexdayê dike
Parlementoya Erebî di civîna xwe ya duhî de li ser rewşa Iraqê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Parlementoya Erebî piştevaniya danûstandinên Hewlêr û Bexdayê bo nehîştina arîşe û nakokiyan dike.
Parlementoya Erebî, ku ji nûnerên tevahiya welatên erebî pêk hatiye û hejmara endamên wê jî 88 kes in, daxwaz ji welatên erebî kiriye pêwendiyên xwe bi Iraqê re xurt bikin.
Basnews
