Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera damezrandina Yekitiya Afretên Kurdistanê peyamek belav kir
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragehand; Pîrozbahiyên herî germ pêşkeşî sekreter û hemû endamên Yekitiya Afretên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.
Barzanî got; Yekitiya Afretên Kurdistanê û jinên Kurdistanê bi giştî jî beşdariyeke diyar û bi bandor di Tevgera rizgariya gelê Kurdistanê de pêkanîne û di qonaxên cuda yên şoreşê de berdewam pişetvaniyeke bihêz bo Pêşmerge û xebata me ya netewî û mafên jinên Kurdistanê de kirine. Ji ber wê jî rêz û pêzanînên xwe ji bo xebat û tekoşîna Yekitiya Afretên Kurdistanê dinêrim ji ber rijdbûna wan a mafên jinên Kurdistanê de.’’
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir, Di xebatên wan ên ji bo dadperwerî, wekhewî û pêşxistina hestên niştimanî û nehiştina tundiya civakî de hêviya berdewamî û serkeftinê bo wan dixwazim.
Basnews
