Îran…Ji ber lehî rabûn 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li gor nûçeya ajansa Tesnîm a Îranê, li eyaletên Xuzistan, Îsfahan, Buşehr, Fars, Yezd û Hurmuzganê baranên tund barîn û li gel xwe lehîr rakirin.
Li herêmên lehî lê rabûne xebatên lêgerîn û rizgar kirinê ji aliyê tîmên rizgar kirinê ve tên berdewam kirin û heta naha li li navçeya Parsian a ser bi eyaleta Hurmuzganê 5 kes, li navçeya Deştistan a ser bi eyaleta Buşehr jî 2 kesan ji ber lehiyan jiyana xwe ji dest dane.
Li eyaletên başûrê Îranê ev çend rojin baranên tund dibarin û mercên jiyanê xirab bandor dikin û li gelek bajaran jî lehî rabûn.
Basnews
