Mesrûr Barzanî: Kurdistanê hertim amadeye bi rêya diyalogê kêşeyan çareser bike
Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyozê Rûsyeyê civiya.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li gel balyozê Rûsyeyê yê li Bexdayê Maksim Maksimov civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser pêgeha xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand.
Îro sêşem 1/12/2020an me pêşwaziya balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê Maksim Maksimov kir.
Di civînê de giftûgo li ser têkliyên navbera Rûsye û herêma Kurdistanê, rewşa Îraqê û deverê hate kirin û me tekez li ser pere pêdana zêdetir ya têkiliyan bi taybetî di warê hêlbirîn û bazirganiya navbera herêma Kurdistanê û Rûsyeyê de kir.
Di berdewamiya civînê de me behsa kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî kir û tekez li ser vê yekê kirk u nabe mijara mûçe û şayisteyên darayî yên herêma Krudistanê, weke karteke zext lêkirinê bo ceza kirina xelkê Kurdistanê were bikar anîne û me ew yek anî ziman ku herêma Kurdistanê hertim amadeye bo çareser kirina kêşeyan bi rêya diyalog û li ser esasê destûra bingehîn.
Di beşeke din ya civînê de me behsa giringiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê ya bo normal kirina rewşa deverê ya bo awedan kirina deverê û vegerandina awareyan bo cîhên wan kir.
