Xaneqîn- Erebên hawirde dest bi ajotina zeviyên kurdan kiriye
Cafer Şêx Mistefa ji BasNewsê re axivî û da zanîn li herêmên Kurdistanî li Diyala kêşeya û erebên hawirde kêşeyan bo kurdan durist dikin û dest bi ajotina zeviyên cotkaran kurd dikin.
Herwiha Cafer Şêx Mistefa da zanîn hêzeke Iraqê hatiye herêma Bawe Mehmûd û pira navbera Xaneqîn û Gullalle yê û hêzên Heşdî Şabî jî her li herêmê hene.
Di berdewamiyê jî de Cafer Şêx Mistefa dibêje hêzên Heşdî Şabî di navbera Kelar û Xaneqînê de xaleke kontrole danîne û bacê ji şofêran distînin û bi berdewamî arîşeyan bo xelkê herêmê durist dikin.
Basnews
