Brîtanyayê tekezî li ser berdewamiya piştgîriya Herêma Kurdistanê kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 1ê Kanûna 2020an li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Brîtanyayê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê James Cleverly û Wezîrê Brîtanyayê yê Karubarên Hêzên Çekdaran James Heappey kir û herdu alî peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Brîtanya, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, kêşeyên Hewlêr – Bexda û berdewamiya metirsî û gefên DAIŞê gotûbêj kirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê herdu alî hevrê bûn ku ji bo şerê dijî terorê hêj hevkarî û piştgîriya hevpeymaniya navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîst e.
Barzanî di civînê de spasiya nûnerên Brîtanyayê kir ku welatê wan li şerê dijî terorê de hevkarê Herêma Kurdistanê bûye û ragihand pêwîst e îradeyekî siyasî li Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexda hebê û sîstema federalî wekî li destûrê da hatiye bi bingeh bê girtin.
Barzanî serdana herdu wezîrên Brîtanya bo Herêma Kurdistanê di vê rewşê de ku ji ber belavbûna virûsa Koronayê cîhan bi demeke dijwar da derbas dibe, cihê pêzanîn û peyameke erênî da zanîn û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Brîtanya li hemû waran tekez kir.
Herdu wezîrên Brîtanyayê jî spasiya welatê xwe ya ji bo rola Herêma Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge li şerê dijî terorê û têkşikandina DAIŞê de anî ziman û ragihandin ku welatê wan hevkarî û piştgîriya Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûn û ji navbirina yekcariya terorê û metirsiyên DAIŞ û ji bo çareserkirina pirsgirêkên berdewam dibe.
Hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, pêşketinên navçeyê bi giştî, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel welatên cîran û çend pirseke mijara gotûbêjan bû.
Rudaw
