Seroka Fraksiyona PDKê: Giringe Parlamentoya Iraqê têgeheştinê bo çareseriya pirsên Hewlêr û Bexdayê hebe
Serok fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Dr. Viyan Sebrî ji BasNewsê re ragehand, guftûgoyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê bo çareser kirina pirsgirêkên hatine cemidandin berdewam dibin. ‘’Di navbera me û kutleyên siyasî yên din ên Iraqê de guftûgoyên çareseriya pirsgirêkan heye. lijneyek jî li çend parlamenterên Iraqê pêkhatiye ku piraniya wan ji fraksiyonên şîe ne û ew lijneye lijneyekî şêwirandinê ye. guftûgo li gel her du hikûmetên herêma Kurdistanê û Iraqê dike bo ku bigehin rêkeftinê.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Pir giringe di nav parlamentoya Iraqê bixwe de têgeheştin bo çareseriya pirsgirêkên navbea Hewlêr û Bexdayê hebe, ji ber me pirsgirêk nav parlamentoyê de heye.’’
Viyan Sebrî neveşart ku ‘’Heta naha hikûmeta Iraqê mûçeyê mehên 5,6,7 û meha 10ê bo herêma Kurdistanê neşandiye, ku berî pejirandina yasaya tejî kirina kêm derketina darayîya Iraqê, Bexdayê pêwîstbû ew şandiba, lê ‘’Bi giştî hewl bo çareseriya wan pirsgirêkan tê dayîn.’’
Basnews
