• Friday, 06 February 2026
logo

Cîgirê parêzgarê Mûsilê: Nabe çek di destê hêzên ne rewa yên li Şingalê de hebe

Gulan Media December 1, 2020 Nûçe
Cîgirê parêzgarê Mûsilê: Nabe çek di destê hêzên ne rewa yên li Şingalê de hebe
Cîgirê parêzgarê Mûsilê dibêje, nabe li devera Şingalê ji bilî hêzên fermî, çek di destê ti hêz û komeka ne fermî û ne rewa de hebe.

Cîgirê parêzgarê Mûsilê, Elî Umer bo karûbarên koçberan ji BasNewsê re got, li nav bajarê Şingalê de lazim e tenê çek di destê hêzên qanûnî û fermî de be. Ji bilî wê nabe çek di destê hêzên ne fermî û ne rewa de hebe. Divê ew ji wir derkevin.

Qaymeqamê Şingalê, Mehma Xelîl jî ji BasNewsê re got, kom û hêzên ne rewa hurmeta kurdên êzîdî nagirin. Wan xwe bi ser Şingalê de sepandine.

Mehma Xelîl her wiha got, ew hêzên han divê ji Şingalê derkevin û rêkeftina Şingalê bicîh bînin da ku dever aram bibe da ku koçber bikarin vegerin ser mal û warê xwe.

Basnews
Top