• Thursday, 05 February 2026
logo

Bafil Talebanî: Me ewqas şehîd nedane Kurdistanê perçe bikin

Gulan Media November 30, 2020 Nûçe
Bafil Talebanî: Me ewqas şehîd nedane Kurdistanê perçe bikin
Hevserokê YNKê Bafil Talebanî, derbarê du îdareyî li Herêma Kurdistanê tekez dike, “Me ewqas şehîd nedane Kurdistanê perçe bikin.” Talebanî egera rûdana şerekî li gel PKKê jî dûr dibîne û dibêje, “divê em wisa bikin qet tiştek wisa çê nebe.”

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî derbarê rewşa Herêma Kurdistan û navçeyê, krîza aborî, rewşa navxwe ya partiyan, peywendiyên di navbera partiyan de, rewşa Kerkûkê, du îdareyî û egera şerekî di navbera partiyên Kurdî de li navçeyên sînorî, bersiva pirsên hejmareke medyakarên Kurdistanê da.

Hevserokê YNKê derbarê egera du îdareyî û projeya nenavendî li Herêma Kurdistanê ragihand ku ew wê yekê cidî nabîne û got, “Ew hemû şehîd û xwîna me da, ne bo wê yekê ku bibin du îdareyî. Baweriya min bi du îdareyî nîne. Ew tişt di bernameya me de nîne û tiştekî rast jî nîne.”

Bafil Talebanî li ser pirsa Rûdawê derbarê rewşa Kerkûkê û egera danîna parêzgerekî Tirkmen de ragihand ku “hikmekî serbazî” li wê parêzgehê heye û diyar kir ku ew dûr dibîne parêzgarek Tirkmen bo Kerkûkê bê danîn û got, “Piştî hilbijartinên Iraqê parêzgarekî Kurd dê bo Kerkûkê bê danîn.”

Derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û krîza aborî de jî Hevserokê YNKê dibêje, divê partî kar bikin bo baştirkirina jiyana xelkê û diyar dike “me bawerî bi bernameyeke çaksazî heye ku ji wê kurtir be ew a hikûmet behs dike. Lewma dema wê hatiye me dawî li milmilaneyan bînin û piştevanên hev bin.”

Bafil Talebanî derbarê egera şerekî di navbera Hêza Pêşmerge û gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de jî got, “Ez şerê li gel PKKê tiştekî dûr dibînim û divê wisa bikin ku qet tiştekî wisa rû nede.”

Li ser yekxistina Hêzên Pêşmerge jî Bafil Talebanî got, “Bernameyek heye ji bo çaksaziya li nav Hêza Pêşmerge, lê gelek tişt hene ku divê bên çareserkirin.”

Rudaw
Top