• Thursday, 05 February 2026
logo

Sancar: Desthilat nikare pirsa kurd wiha çareser bike!

Gulan Media November 30, 2020 Nûçe
Sancar: Desthilat nikare pirsa kurd wiha çareser bike!
Hevserokê HDPê da xuyakirin, desthilatên bi "siyaseta ewlekarî û tundiyê" nêzîkî pirsa Kurdî bibin, nikarin desthilata xwe biparêzin.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar li Mêrdînê da xuyakirin, AK Partî bi soza çareserkirina pirsa Kurd hat desthilatê lê niha dibêje pirsa Kurd nîne û got, êdî mimkun nîne ev siyaset berdewam bike.

Sancar balkişand liser binçavkirinên bi kom yên endamên partiya xwe û got, her helwesteke tund hember Kurdan û HDPê, hêza desthilatê kêmtir dike. Da zanîn, desthilata Tirkiyeyê niha hewl dide piştevaniya Kurdan bigire û got, partiya ku piştevaniya Kurdan negire, nikare bibe desthilat û aliyên Kurdan paşguh bikin nikarin welat bi rê ve bibin.
Top