Daxwaza Hêza Parastina Êzidxanê ji Herêma Kurdistanê, Irak û NY..
Faris Sekvan beşdarî bûltena nûçeyan a Kurdistan24êbû bersiva pirsên Cemal Batun dan.
Derheqê rêkeftina Herêma Kurdistanê û Iraqê de dibêje, "Em xelkê Şingal û Hêza Parastina Şingal ji mêj ve ye li hêviya vê biryarê ne ku tifaqî di navbera Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê de çêbibe, emn û eman vegere. Da ku xelkê me vegere û Şingal bête avakirin."
Faris Sekvan Sebaret bi zerer û ziyanên xelkê Şingalê wiha got: "Ya mihûm ew e ew hêzên niha li Şingalê qûrbanî û malxirabiya xelkê Şingalê li ber çavê xwe dane. Em jî weke Hêza Parastina Êzidxan me xwe dûrî vê qerarê nekir û dibînin ku ev qerar di cihê xwe de ye. Miletê me jî li gel vê qerarê ye. Heger bi tifaqî emn û eman vegere Şingalê, heger îdara Şingalê vegere û xedemat ji miletê me re bêne kirin dê baş be."
Faris Sekvan di axaftina xwe de wiha dibêje:
"Îro rojeke gelek giring e, piştî malcirabbûna gelek mezin bi ser me de hatiye, heger Neteyên Yekbûyî li ser bisekinin û dewlet li ser bisekinin, heger bi emn û eman dever bête avakirin bi rastÎ di cihê xwe de ye.
Em ji herdu Hikûmet û Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku ev şervanên li Şingalê mane û parastine heger ji wan 2500 leşker bêne çêkirin, ev xortên xwebexş yên li Çiyayê Şingalê berxwedan kirine di vê hêzê de cih bigirin bikaribin Şingalê biparêzin."
K24
