Muqteda Sedir: Bila xwepîşander vegerin malên xwe
Dibêje lazime hikûmet xudan helwest be.
Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir di peyamekê de ku li ser hesabê xwe yê li twitterê pêşkêşî Xwepîşanderên Nasiriyeyê kiriye nivîsandiye; lazime dawî bi xwepîşandanê were anîn û Xwepîşander bi selametî vegerin malên xwe.
Sedir di peyama xwe de nivîsandiye; Em nêzî hêlbijartinan dibin û pêdiviya me bi yekrêziyê heye lewre nabe Xwepîşander di navbera xwe de dest bi pevçûn û aloziyan bikin.
Sedir herwiha diyar kiriye ew kesên ku li dijî dewlet û serweriya dewletê hewl didin, lazime hikûmet bi awayeke tund bersifa wan bide.
