• Friday, 06 February 2026
logo

Demirtaş: Eger ez endamê PKK'ê bûma min venedişart

Gulan Media November 29, 2020 Nûçe
Demirtaş: Eger ez endamê PKK'ê bûma min venedişart
Hevserokê berê yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş ragihand, eger Tirkiye dewleta kurdan e jî, divê astengiyên li pêşiya zimanê kurdî bên rakirin. Demîrtaş got ku ew ne endam an jî rêveberê PKK'ê ye.

Selahedîn Demîrtaş li girtîgehê bersiva pirsyarên 45 kesayetî, rojnamevan û nivîskarên kurd û tirk da.

Demîrtaş li ser pirsa civaknas Îsmaîl Beşîkçî ya di derbarê zimanê kurdî de û paşguhxistina wê ji aliyê berpirsên Kurdî ve wiha got, "Hê ji bo çareserkirina vê mijarê dem heye. Divê ji bo parastinê, ziman bê bikaranîn. Eger Tirkiye dewleta Kurdan e jî, divê astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin û bibe alîkar."

Demîrtaş li ser tometbarkirina wî bi endamtiya PKK'ê jî axivî û diyar kir ku ti pêwendiya wî bi PKK'ê ve nîne û wiha got: “Eger ez endam an jî rêveberê PKK'ê bûma, min ev yek ji dadgehê venedişart. Tiştekî min ê bê veşartin nîne.”

Demîrtaş tekez kir jî ku ji bilî HDP'ê, ew ne girêdayî ti partî û aliyekî din e.

Hevserokê HDPê yê berê Selahedîn Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve bi çendîn tohmetên cuda li Edîrneyê zîndankirî ye. Dadgeha Stenbolê jî cezayeke Demîrtaşî ya 4 sal û 8 mehan pesend kiribû.

K24
Top