Mesrûr Barzanî serxweşiyê li malbata Hesen Şêx Mistefa Boselî dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi xem û kovanê ve, me peyama malavahiya kesayetiya niştimanperwer û Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê Hesen Şêx Mistefa Boselî bihîst. Behî û serxweşiyê li malbata wî ya têkoşer dikin.
Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat: “Xwedêyê mezin wî bi bihuştê şad bike û sebr û hedarê bide kesûkar û hevalên wî.”
