Tirkiyê kuştina zanayê etomî yê Îranê şermezar kir
Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxwuyaniyekê de ragihand, “ Em bi kuştina Muhsin Fexrîzade dilgiran in. Em vê tawana xirab şermezar dikin û sersaxiyê ji bo Hikûmeta Îranê, û kesûkarên wî dixwazin.”
Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje jî, ew li dijî hemû kiryarên ku seqamgêriyê li navçeyê ji nav dibe û li dijî hemû corên “teror”ê ne.
Muhsin Fexrîzade, ku roja Înê, 27.11.2020, li Tehranê hat kuştin zanayekî navdar yê programa etomî û mûşekî ya Îranê bû û Cîgirê Wezîrê Berevanî û berpirsê rêxistina lêkolîn û nûkirinê ya wê wezaretê bû.
Muhsîn Fexrîzade 1961an ji dayîk bûbû û profesorê Zanista Fîzya bû li Zanîngeha Îmam Husên a Tehranê.
Fexrîzade wek “sindoqa reş” a dosyeya emnî ya Îranê dihat zanîn û endamekî bilind ê Supaya Pasdaran bû û herwiha hinek kes wî wek “bavê bernameya etomî ya Îranê” binav dikin.
Wezareta Berevaniyê ya Îranê jî ragihand ku Muhsîn Fexrîzade hatiye “terorkirin ” û Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Xaminêyî, Îsraîl bi kuştina Fexrîzade tohmetbar kiribû.
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, Îsraîl bi kuştina Muhsin Fexrîzade tohmetbar kir û got, di demeke guncaw de “dê bersiva me hebe bo wan tawanan ku li hember me tên kirin.”
Sala 2018an Benjamin Netanyahu, Serokwezîrê Îsraîlê di gotareke xwe de behsa Muhsîn Fexrîzade kir û got ku ew bernameya etomî ya Îranê birêve dibe.
Kuştina Fexrîzade di demekê de ye ku di navbera salên 2010 ta 2012, 4 zanayên etomî yên Îranê bi navên, Mesud Elî Muhemmedî, Mecîd Şehiryarî, Darîwş Rêzaîncad û Mistefa Ehmedî Roşan hatin “terorkirin.”
Herwiha zanayekî etomî yê din ê Îranî bi navê Fereydun Ebasî, ji hewleke kuştinê bi birîndarî rizgar bû.
Hikûmeta Îranê, Îsraîlê bi kuştina wan zanayan tohmetbar dike û ji 2011an ta 2012 Îranê hejmarek kes bi tohmeta encamdana wan karan desteser kir û ragihand ew “kirêgirtiyên Îstîxbareta Îsraîlê (MOSSAD) bûne.”
Rudaw
