Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rojekê de 177 kes bi Coronayê mirin
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettin Koca amarên nû yên Coronayê yên 24 demjimêrên bihorî aşkere kir.
Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 171 hezar û 113 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine encamdan, ku encamên 29 hezar û 845 ji wan pozîtîv bûye.
Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 177 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 3 hezar û 845 kes ji nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.
Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 481,198 kesan û 13,191 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 392,616 kes jî ji vîrusê baş bûne.
Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 18 milyon û 72 hezar û 981 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.
Rudaw
