• Thursday, 05 February 2026
logo

Çavkaniyek ewlehiyê: Çalakvanên Bexdayê ji tirsa kuştinê berê xwe didin herêma Kurdistanê

Gulan Media November 28, 2020 Nûçe
Çavkaniyek ewlehiyê: Çalakvanên Bexdayê ji tirsa kuştinê berê xwe didin herêma Kurdistanê
Çavkaniyeke ewlehiyê ya agahdar li paytexta Iraqê Bexdayê ragehand, kuştina çalakvanan li paytext Bexdayê zêde bûye û ew naçar mane bilez Bexda derkevin û berê xwe didin herêma Kurdistanê.

Îro 28.11.2020ê çavkaniyeke ewlehiyê ji BasNewsê re ragehand: ‘’çalakvanên ku reviyane berê xwe dane herêma Kurdistanê, ji ber parêzgehên başûr bo wan ne cîhê aramiyê ye, ji ber hegemonya milîsan li wan deveran zêdetire ji hegemonya wan a li paytext Bexdayê.’’

Herwaha aşkera kir, ew çalakvanên ku naha nav Bexdayê mane, difikirin biçin derve. Hin ji wan cîhê guhertine û ji tirsa kuştinê ji aliyê milîsên çekdar ve, ji malên xwe pir kêm derdikevin.

Li du rojên borî de li Bexda û parêzgehên din ên başûrê Iraqê, helmeteke berfireh a revandin û kuştina çalakvanan pêkhat.

Basnews
Top