• Thursday, 05 February 2026
logo

Tenduristiya Kerkûkê: Di rêjeya pêketina bi Koronayê de Kerkûk ketiye pêşiya Bexdayê!

Gulan Media November 28, 2020 Nûçe
Tenduristiya Kerkûkê: Di rêjeya pêketina bi Koronayê de Kerkûk ketiye pêşiya Bexdayê!
Berpirsekî tenduristiya Kerkûkê ragihand, êdî rojane hejmara pêketiyên Koronayê li Kerkûkê ji pêketiyên Bexdayê zêdetir bûye!

Berdevkê tenduristiya Kerkûkê, dr. Saman Yabe ji BasNewsê re got, ev çend roj in rêjeya pêketina bi Koronayê li Kerkûkê gelekî zêdebûye. Wisa lê hatiye kuş Kerkûkê ketiye pêşiya Bexdayê.

Dr. Saman Yabe da zanîn, roja 24 vê mehê li Kerkûkê 469 kes bi Koronayê ketin û li ser asta Iraqê yekem bû. Roja 25 mehê dîsa Kerkûk yekem bû ji ber ku 465 kes bi Koronayê ketin. Roja 26 mehê jî dîsa Kerkûkê yekem bû. Tenê duhî (27 mehê) Bexda ket pêşiya Kerkûkê, ew jî tenê bi çend pêketiyan ne zêde. Li Kerkûkê 395 kes pê ketibûn û li Bexdayê jî 405 kes.

Berdevkê tenduristiya Kerkûkê bang li welatiyan kir, şîretên tenduristiyê bicîh bînin û xemsariyê nekin.

K24
Top