• Thursday, 05 February 2026
logo

Zimanzan û rewşenbîrê Kurd Hamit Kiliçaslan koça dawî kir

Gulan Media November 27, 2020 Nûçe
Zimanzan û rewşenbîrê Kurd Hamit Kiliçaslan koça dawî kir
Zimanzan û rewşenbîrê Kurd ê li bakurê Kurdistanê Hamit Kiliçaslan ji ber nexweşiya koronayê koça dawî kir.

Cenk Kiliçaslan, kurê Hamit Kiliçaslan ji Kurdistan24ê re ragihand ku îro înê 27ê Mijdara 2020an derdora demjimêr 03:20, zimanzan, rewşenbîr û siyasetmedar Hamit Kiliçaslan li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû li Enqerê koça dawî kir.

Kurê Hamit Kiliçaslan eşkere kir ku bavê wî 7 roj li navçeya Qoser a Mêrdînê hatibû tedawîkirin û piştre bo nexweşxaneyeke Enqerê hatibû veguhestin.

Cenk Kiliçaslan herwiha diyar kir; cenazeyê Hamit Kiliçaslan dê li gundê Dêrika Simaîl Axa yê li Qoserê were veşartin.

Hamit Kiliçaslan kî ye?

Di sala 1948an de li Qosera Mêrdînê li Gundê Simaîl Axa hate dinyayê. Dibistana destpêk, navendî û amadehî li Qoserê xwend.

Di dawiya salên 60î de li Zanîngeha Enqereyê li Beşa Hiqûqê dest bi xwendekariyê kir. Ji ber kar û barên siyasî û endamtiya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Tirkiye (PDK-Tirkiye) ji zanîngeha hate avêtin.

Di sala 1979an de bi awayekî çalak li bakurê Kurdistanê kete nava tevgera PDK-Tirkiye.

Di dema derbeya 12ê Îlona 1980an de neçar ma derbasî rojavayê Kurdistanê bibe. Ji wê derê jî di sala 1983an de derbasî Swêdê bû. Jiyana xwe li Swêdê berdewam kir.

Pêşengiya xebatên ziman û rewşenbîriya Kurdî kir. Demeke dirêj di nava Koma Kurmancî de cih girt.

Hamit Kiliçaslan bavê 6 zarokan bû. Di sala 2017an de piştî Kongreya 12emîn a PDK Bakur ku li Amedê pêk hatibû, weke berdevkê vê tevgerê hate diyarkirin.

Kiliçaslan beriya bi mehekê bi nexweşiya koronayê ketibû û piştî ku rewşa wî giran bibû ji Mêrdînê bo Enqereyê hatibû şandin.

Rudaw
Top