• Thursday, 05 February 2026
logo

Babacan û Davûtoglu: Erdogan welat teslîmî şirîkê xwe yê biçûk, Behçelî kiriye!

Gulan Media November 26, 2020 Nûçe
Babacan û Davûtoglu: Erdogan welat teslîmî şirîkê xwe yê biçûk, Behçelî kiriye!
Du hevalên berê yên nêzîkî serkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dibêjin, Erdogan Tirkiye teslîmî “şirîkê xwe yê biçûk” Devlet Bahçelî kiriye!

Serokê Partiya Paşerojê ya Tirkiyê Ehmed Davûtoglu rexneyên tund li serkomarê Tirkiyê û serokê giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan girt û ragihand, Erdogan her tişt daye destê serokê giştî yê MHPê Devlet Bahçelî.

Ehmed Davûtoglu her wiha da xuyakirin, Bahçelî daxwaza berdana kê bike ew tê berdan, daxwaza îstifaya kê bike ew îstifa dike û got, ez ji Erdogan dipirsim: Tu welêt birêve dibî yan Bahçelî.

Davûtoglu, ku yek ji hevalên herî nêzîkî yê Erdogan bû di nav AKPê de, anî ziman ku di hikûmeta Tirkiyê de gelek gendelî û alozî hene.

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) Elî Babacan jî li bajarê Çanakkale yê Tirkiyê û di mîtînga partiya xwe de êrişî Erdogan û hikûmeta wî kir.

Elî Babacan jî mîna Davûtoglu behsa wê yekê kir ku Erdogan hikûmet teslîmî Bahçelî kiriye û Bahçelî jî bi kêfa xwe çi dixwaze dide kirin!

Babacan, ku ew jî hevalekî nêzîk yê Erdogan bû di nav AKPê de, Bahçelî wek “şirîkê biçûk” yê Erdogan bi nav kir û ragihand, di hilbijartinan de welatiyan deng dan serkomarekî lê wî serkomarî welat da destê serokê partiyekê ku %10 dengan bi dest aniye! Yanê daye destê şirîkê biçûk! Ew jî bi kêfa xwe dike qîre qîr…

Basnews
Top