Cotyar Adil: Eger Bexda 320 milyar Dînar neşîne dê bijardeyên din li pêş Hikûmeta Herêmê hebin
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ji K24ê re ragihand: “Heger Baxda 320 miliyar Dînar neşîne, Hikûmeta Herêmê dê bijarde û alternatîvên wê yên din hebe. Lê destpêkê em li benda bersiva Bexdayê ne, ji bo budceya Kurdistanê. Pirsa dabeşkirina mûçeyan, ji karên pêşîne yên hikûmetê ye.”
Berdevkê Hikûmeta Herêmê got: "Hikûmeta Herêmê ji bo dabînkirina mûçeyan, ti bêxemî nekiriye. Di dema borî de jî ji bo dabînkirina mûçeyên karmendan deyn kir. Ew niha jî amade ye rêkarên yasayî û guncayî ji bo bibîne ji bo mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê dabeş bike.
Herwiha got: “Li ser vê pirsê me bi Bexdayê re gengeşe kiriye û ew jî bi nivîskî hatiye behskirin. Em tekez dikin ku ew pirs ti pêwendiya wê bi yasaya tijekirina bûdceya Iraqê ve nîne, belkû ev destkeftên gelê Herêma Kurdistanê ye.
K24
