• Thursday, 05 February 2026
logo

Cotyar Adil: Eger Bexda 320 milyar Dînar neşîne dê bijardeyên din li pêş Hikûmeta Herêmê hebin

Gulan Media November 26, 2020 Nûçe
Cotyar Adil: Eger Bexda 320 milyar Dînar neşîne dê bijardeyên din li pêş Hikûmeta Herêmê hebin
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê çendê dike, nabe Bexda mûçeyên karmendan bike pirseke siyasî. Heger Bexda 320 miliyar Dînar neşîne, Hikûmeta Herêmê dê bijarde û alternatîvên wê yên din hebe.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ji K24ê re ragihand: “Heger Baxda 320 miliyar Dînar neşîne, Hikûmeta Herêmê dê bijarde û alternatîvên wê yên din hebe. Lê destpêkê em li benda bersiva Bexdayê ne, ji bo budceya Kurdistanê. Pirsa dabeşkirina mûçeyan, ji karên pêşîne yên hikûmetê ye.”

Berdevkê Hikûmeta Herêmê got: "Hikûmeta Herêmê ji bo dabînkirina mûçeyan, ti bêxemî nekiriye. Di dema borî de jî ji bo dabînkirina mûçeyên karmendan deyn kir. Ew niha jî amade ye rêkarên yasayî û guncayî ji bo bibîne ji bo mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê dabeş bike.

Herwiha got: “Li ser vê pirsê me bi Bexdayê re gengeşe kiriye û ew jî bi nivîskî hatiye behskirin. Em tekez dikin ku ew pirs ti pêwendiya wê bi yasaya tijekirina bûdceya Iraqê ve nîne, belkû ev destkeftên gelê Herêma Kurdistanê ye.

K24
Top