• Friday, 06 February 2026
logo

HSD: Ji ber êrişên Tirkiyê em danûstandinê ligel hêzên Rûsî dikin

Gulan Media November 26, 2020 Nûçe
HSD: Ji ber êrişên Tirkiyê em danûstandinê ligel hêzên Rûsî dikin
Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto dibêje, ku niha 10 Hezar çekdarên DAIŞê hene, ew di destpêkê de 45 hezar bûn, ew nema karin dest deyînin ser devrê, ji ber ku hêza wan jinav çûye. Brdevkê HSDê Kîno Gebriel jî dibêje, ku bi awayekî sereke HSD pabendî parastina deverê û xelkê wê ye, û ew bi awayekî rasterast peywendiyê bi hêzên Rûsiya re dikin, ji bo rawestandina binpêkariyên artêşa Turkiyê.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabrîel, Cîgirê Fermandarê Operasyonên Taybet li Sûriyê û Iraqê Kevin Capthy û Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto li bajarokê Rimêlan ê ser bi Qamişlo civîneke rojnamevanî saz kirin.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê behsa wê yekê dike ku piştî jinavbirina DAIŞê, 45 hezar çekdarên wê rêxistinê li biyaban û çiyayên Sûriyê û Iraqê man lê wan hejmareke mezin desteserkirin û niha tenê 10 hezar kesên DAIŞî serbest mane.

Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto ji Rûdawê re got: “Niha 10 hezar çekdarên DAIŞê hene, di destpêkê de 45 hezar bûn, ew nema karin dest deyînin li ser devrê ji ber ku me hêza wan jinavbiriye, lê metirsiya wan heye ji ber ku kuştin û tawanan dikin, xelkê direvînin. Li Iraqê jî, di çiya û şikeftan de dimînin, em ketine li pey wan.”

Amerîka, serpereştiyara Hevpeymaniya Navdewletî dike, 120 hezar serbaz li Sûriye û Iraqê perwerde kirine û 8 miliyon kes ji êrîşa DAIŞê li wan herdû welatan parastin. Tevî ku ti pilana wan a vekişandinê tune ye, lê ew xwe nade ber parastina deverê ji êrîşek Tirkiyê.

Derbarê girtina rê li ber egera êrişeke Tirkiyê de, HSDê dibêje peywendiya wan bi Rûsyayê re heye.

Berdevkê HSDê Kîno Gabrîel jî got: “Bi awayekî sereke HSDê pabendî parastina deverê û xelkê wê ye. Derbarê êrîşa Tirkiyêde, ji bo rawestandina operasyon û binpêkariyên artêşa Tirkiyê em bi awayekî rasterast peywendiyê bi hêzên Rûsyayê re dikin.”

Rudaw
Top