HDPê bersivek tund da Bahçelî: Ne ji mafê alîgirên mafyayê ye behsa Demirtaş bike
HDPê di daxuyaniyekê de li ser twîtera xwe ya fermî ku roja Çarşemê 25ê Mijdarê hatiye weşandin, bersiv daye axaftinên Devlet Bahçelî ku roja Sêşemê 24ê mehê di civîna fraksyona partiya xwe de li parlamentoya Tirkiyê, behsa Selahattin Demirtaş kiribû û Demirtaş weke “terorîst” û pirtûka wî ya dewran jî weke “propagandaya terorê” bi nav kiribû.
HDPê ragihandiye,“Paşmayên mafyayan û hevkarên çeteyan û hevbeşên desthilatê, her tiştek derbarê Demirtaş de gotibin, ti nirxeke wê nîne.”
HDP herweha dibêje, “Selahedîn Demîrtaş siyasetvanekî şerefmend e û ji bo bidestxistina mafên gelê Tirkiyê bac daye û dide, ne ji mafê alîgirên mafyayê ye ku di derheqê Demirtaş de biaxivin.”
Serokê MHPê Devlet Bahçelî, roja Sêşemê di civîna fraksyona partiya xwe de li parlamentoya Tirkiyê rexneyên tund li endamê destjikarberdayî yê Desteya Bilind a Şêwirmendiya Serokatiya Komara Tirkiyê Bulent Arinç girtibû û gotibû, “Derbirîna hesta sozdarî û hezkirinê bo Demirtaş, amajeyeke nerênî ye. Ew siyasetvanê berê ku hêj endamê Desteya Bilind a Şêwirmendiya Serokomariyê ye, tê ser televîzyonê û hewla ciwankirina Demirtaşê terorîst bide, bi tevahî dijbereyî ye û nezanî ye jî.”
Bahçelî gotibû, pirtûka Dewran behsa “terorê” ye û nivîskarê wê jî “terorîst” e.
Şeva Pêncşemiya bihorî 19ê Mijdara 2020, Bulent Arinç di çavpêkevtineke televîzyonî de derbarê Demirtaş û pirtûka wî de axivîbû û ragihandibû, “Dema behsa Selahattin Demirtaş tê kirin, dixwazin tiştekî derbarê têgihîştina ji Demirtaş bi xwe bêjim, pirtûkeke wî ya gelek baş heye bi navê Dewran. Tika ye vê pirtûkê bikirin û bixwînin. Min di dema kerentîneyên Coronayê de ev pirtûk xwand.”
Arinç herwiha tekez dike, “Piştî xwandina vê pirtûkê, renge nêrînên we derbarê kesayetiya Selahattin Demirtaş de neguhere, lê belê nêrîna we derbarê Kurd û ew trajediyên rûbirûyê Kurd bûne, dê gelek biguhere. Birayên me yên Kurd li wî welatî gelek êşên wan hene û zilm li wan hatiye kirin, ew yek ji wan pêkhateyan in ku rastî gelek zilm dîtine. Ew hevwelatiyên me ne. Tekez pêkhateyên din jî pirsgirêk û qeyranên wan hebûne, lê dema hinek zanyarî derbarê zindana Amedê de dixwînî, ku bi çi awayî weke taqîgehekê hatiye bikaranîn, divê em hemû çîrokên pirtûka Dewran bixwînin.”
Rudaw
