• Thursday, 05 February 2026
logo

Îsraîlê xalên hêzên Îranê li Sûriyê bombebaran kirin

Gulan Media November 26, 2020 Nûçe
Îsraîlê xalên hêzên Îranê li Sûriyê bombebaran kirin
Firokeyên Îsraîlê baregehên hêzên Îranê li derdora Şama Paytext û bajarê Quneyterê bombebaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên Îsraîlê binkeyên rêjîma Sûriyê yên hêzên Îranê lê bicih dibin li navçeya çiyayê Manê li başûrê Şamê û gundê Roceyne li başûrê Quneyterê bombebaran kirin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, ziyanên mezin gihîştine wan baregehan û hejmarek çekdaran jî hatine kuştin.

Di vê derbarê de, ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, hêzên berevaniya esmanî rûbirûyî êrîşa dijminane ya Îsraîlê bû û tenê ziyanên madî çêbûn.

Pêr jî firokeyên şer yên Îsraîlê, xalên mîlîşyayên hêzên ser bi Îranê ve li bajarê Bokemalê yên nêzîkî sînorê Iraqê bombebaran kirin. Li gor zanyariyan,14 çekdarên Efganî û Iraqî hatine kuştin û hejmarek çekdar jî birîndar bûn.

K24
Top