• Thursday, 05 February 2026
logo

Bi serperiştiya Mesrûr Barzanî girêbesta dîjîltalkirina xizmetkariyan tê îmzekirin

Gulan Media November 25, 2020 Nûçe
Bi serperiştiya Mesrûr Barzanî girêbesta dîjîltalkirina xizmetkariyan tê îmzekirin
Bi serperiştî û amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro merasîma îmzkirina girêbesta di warê dîjîltalkirina xizmetkariyan de birêve diçe.

Bi serperiştî û amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro demjimêr 09:30 li Hewlêrê merasîma îmzekirina girêbestekê di navbera Wezareta Navxwe û Grûpa Muhlbauer a Almanî birêve diçe. Ew girêbest di warê dîjîltalkirina xizmetkariyan de ye, bi taybet tomarkirina otombîl, moleta ajotinê û çend xizmetkariyên din.

Îmzakirina vê girêbestê, beşeke girîng e ji hewlên berdewam yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo çaksazî û nûjenkirina xizmetkariyên hikûmetê li seranserî Herêma Kurdistanê.

K24
Top