Ehmed Sîno: Armanca PKKê zirardana Herêma Kurdistanê ye
Îro roja sêşemê 24.11.2020an Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDKS) Ehmed Sîno ji BasNewsê re axivî û da zanîn hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê ne meşrû ye û amanca wan têkdana asayîş û seqamgîriya herêmê ye û PKK hewl dide zirarê bide ezmûna Herêma Kurdistanê û Kurdistanê jî bixe nava arîşe û aloziyan.
Di berdewamiyê jî de Ehmed Sîno amaje bi wê yekê jî kir PKK ji ber şikestina xwe ya siyasî hewl dide êrîşî Kurdistanê bike û aramî, asayîş û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê ji nav bibe û PKKê bi ti awayî ne hizbeke yasayî li Herêma Kurdistanê û nabe destêwerdanên di karûbarê Herêma Kurdistanê de bike.
Basnews
