• Thursday, 05 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Pêwistiya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi piştgiriya Fransayê heye

Gulan Media November 25, 2020 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Pêwistiya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi piştgiriya Fransayê heye
Serokê Herêma Kurdistanê ligel şandekê Wezareta Derve ya Fransayê civiya û di civînê Barzanî got ku Pêwistiya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi piştgiriya Fransayê heye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 24ê Mijdara 2020an pêşwazî li şandeke Wezareta Derve ya Fransayê kir ku tê de Balyozê Fransayê yê Iraqê Bruno Aubert amade bû.

Nêçîrvan Barzanî got ku Iraq û Herêma Kurdistanê pêwistî bi rol û piştgiriya Fransa û civaka navdewletî heye, ji bo rûbirûbûna terorê û çareserkirina pirsgirêkan, bi taybetî pirsgirên Bexda û Hewlêrê.

Di derbarê rewşa koçberên Iraqê de li kampên Kerêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser vegera wan li mal û gundên wan kir û ragihand, ku divê pêwistiyên wan bêne dabînkriin û bi aramî û dilxweşî vegerin ser warên xwe.

Barzanî di heman demê de got ku girîng e deverên wêrankirî bêne avakirin, da ku koçber bikaribin vegerin.

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Fransayê kir ew welat nexweşxaneyekê li Şingalê ava dike.

Barzanî herwiha got ku xelkê Kurdistanê rola Fransa ji bîr nake, ku di warên serbazî û mirovî de, piştgiriya Kurdistanê kiriye.

Di wê civînê de herwiha pêşhateyên siyasî, emnî û şerê terorê hatin gotûbêjkriin, herwiha behsa rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya di derbarê Şingalê de, û hilbijartina bê yên Iraqê jî hate kirin.

Rudaw
Top