• Thursday, 05 February 2026
logo

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Herêma Kurdistanê ji bo bazirganiyê cihekî ewle ye

Gulan Media November 25, 2020 Nûçe
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Herêma Kurdistanê ji bo bazirganiyê cihekî ewle ye
Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Joey Hood ragihand ku Herêma Kurdistanê di warê bazirganiyê de herêmeke ewle ye û got: “Ji bo bihêzkirina peywendiyên aborî di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de xebat têne destpêkirin.”

Konferansa Salane ya Odeya Bazirganî ya Amerîka û Herêma Kurdistanê di roja xwe ya duyem de birêve çû. Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Joey Hood yek ji beşdariyên îro tê konferansê bû ku gotarek pêşkeş kir.

Joey Hood got: diyar kir ku Amerîka ji nêzîk ve ligel Herêma Kurdistanê kar dike û got: “Amerîka ji bo başkirin û bihêzkirina rewşa aborî ya niha hevkariya Herêma Kurdistanê dike. Em di wê baweriyê de ne ku Herêma Kurdistanê di warê bazirganî de herêma herî ewle ya Iraqê ye. Ji bo pêşxistin û bihêzkirina peywendiyan hêviyên me hene.”

Hood amaje bi karê bi hev re yê Hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê kir û got: “Ji bo geşepêdana aboriyê divê em baş bixebitin. Em li Iraqî tûşî zehmetî û pirsgirêkan dibin, hêvîdarin Iraq jî di vê mijarê de çaksaziyan bike.”

Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk herwiha destnîşan kir ku di karê bazirganî de divê asankarî ji bo hat û çûna saz û dezgehan bê kirin û wiha pê de çû: “Li Iraqê divê li hemû xalên pişkinînê destû bo hat û çûnê were dayîn, ji ber ku ev yek pirsgirêk e li ber pêkanîna bazirganiyê. Her çend li Herêma Kurdistanê rewş cuda be û fermanber di rewşeke ewle de bin jî, lê li Herêma Kurdistanê jî karûbarên rûtîn zêde ne û ew jî dibe sedem ku kar hêdî birêve biçe.”

Qubad Talebanî: Pêwîstiya me bi weberhênanên biyanî heye




Ji aliyê din ve di heman panelê de Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî bal kişan li ser mijara karên rûtîn û got: “Em dê hewl bidin karûbarên rûtîn kêm bikin û xizmetguzarî di dema xwe de bêne kirin.”

Qubad Talebanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê dikare bi kêmkirina karên rûtîn geşedana aborî di demeke kurt de bihêztir bike û wiha axivî: “Bi kêmkirina rûtînan xelk dê zêdetir kar bikin. Em ji bo vê yekê dest bi xebatan kiriye û xebatên me berdewam in.”

Talebanî herwiha da zanîn ku ji bo pêşxistina aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê, ew hewl didin ku hawirdoreke baş pêk bînin û got: “Ji bo berzkirina aboriya Herêma Kurdistanê pêwîstiya me bi wê yekê heye ku em berê weberhênanên biyanî bidin Herêma Kurdistanê û rikeberiyê pêş bixin.”

Rudaw
Top