• Thursday, 05 February 2026
logo

Keseke din yê nêzî Erdogan dev ji kar berda

Gulan Media November 25, 2020 Nûçe
Keseke din yê nêzî Erdogan dev ji kar berda
Erdogan jî ew îstîfaya han pejrandiye.
Endamê komîteya bilind ya Şêwirmendiya Serokkomar bû.

Damezrênerê AKPê, Serokê berê yê parlementoya Tirkiyeyê, hevrê û hevxebatê herî nêz yê Receb Teyyib Erdogan îro bi fermî dev ji kar berdana xwe ragihand û Erdogan jî ev îstîfaya han pejirand.

Endamê komîteya bilind ya Şêwirmendiya Serokatiya Komar ya Tirkiyeyê Bulend Arinc ku beriya du rojan daxwaza azad kirina Selahedîn Demîrtaş û Mûsa Kavala kiribû, îro bi fermî dev ji kar berdana xwe ragihand.

Erdogan jiber gotinên Bulend Arinc gotibû ku ev yek hewldaneke cidiye bo çê kirina fitine û fesadiyeke nû.

Weke tê zanîn beriya çend rojan jî wezîrê xezêne û darayiya Tirkiyeyê Berat Albayraq ku zavayê Erdogan bû dev ji kar berda bû.
Top