Li Rojava bi dehan gilî li ser çekdarkirina zarokan ji aliyê PKKê ve hatiye tomarkirin
Hevserokên ofîsa parastina zarokan li Qamişlo, Mîdya Nesredîn û Husên Elî di press konferansekê de ragihandin, ji wê dema ku ofîsa wan hatiye vekirin de heta niha nêzîkî 50 giliyên welatiyan gihîştiye destê wan. Di giliyan de hatiye gotin ku zarokên wan di temenekî biçûk de ji aliyê PKK û YPGê ve hatine çekdarkirin.
Wan berpirsan her wiha dan zanîn, ji wan giliyan 16 gilî yên xelkê bajarê Qamişlo ne. Wan karîne heta niha 10 zarokan vegerînin himêza malbatên wan.
Beriya niha pisporê qanûnên navdewletî, dr. Kirmanc Osman ji BasNewsê re gotibû, ewa ku PKK dike li dijî peymanên NY û qanûnên navdewletî ye. Ji ber wê jî saziyên sivîl bi taybet yên ku mafên zarokan diparêzin, dikarin gilî bikin û zarokan ji nav destê wan derxînin.
Basnews
