Hevpeymaniya Navdewletî pesnê rola Pêşmerge dide
Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî General Kevin Copsey bi destbikarbûna wî re konferanseke rojnamevanî li Rimêlana rojavayê Kurdistanê li dar xist.
General Kevin Copsey di konferansê de ragihand, wan bi hevkariya Pêşmerge, HSD û hêzên Iraqê karên DAIŞê ji nav bibin û dawî li metirsiya wê rêxistina terorê li ser jiyana xelkê bînin.
Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî got jî, ji bo peydakirina aramiyê li Sûriye û Iraqê, ew di piştevanîkirina Pêşmerge, HSD û hêzên Iraqê de berdewam bin.
Aşkere kir jî, wan zêdetir ji 120 hezar endamên hêzên ewlehiyê li Sûriye û Iraqê rahênan kirine, ji bo ji qonaxên piştî DAIŞê re amade bin.
Di konferansa rojnamevanî de Berdevkê Hêzên Hevpeyamniya Navneteweyî Wayne Marutto û Berdevkê HSDê Gabriyêl Kîno jî amade bûn.
K24
