• Thursday, 05 February 2026
logo

Encûmena Asayişa Netewên Yekgirtî pirsgirêkên navbera Kurdistan û Iraqê gotûbêj dike

Gulan Media November 24, 2020 Nûçe
Encûmena Asayişa Netewên Yekgirtî pirsgirêkên navbera Kurdistan û Iraqê gotûbêj dike
Encûmena Asayişa Navdewletî dicive û Berpirsa UNAMI û nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, Jeanine Hennis-Plasschaert dê raporekê derbarê rewşa dawî ya li Iraqê pêşkêş bike. Tê pêşbînî kirin, di beşeke gotara Plasschaert de pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê jî bihê behskirin.

Civîna Encûmena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekgirtî di demekê de ye, ku roja 12ê vê mehê parlamentoya Iraqê bêyî amadebûna parlamenterên Kurd, yasaya tejîkirina budceyê bi deynan pesend kir û ew yek jî rastî berteka tund a berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê hat.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî derbarê wê yekê de ragihand: “Pirgirêkên me li Iraqê gelek ciddî ne, bêyî çareserkirina wan pirsgirêkan jî mumkin nîne Iraq bikare seqamgîriya xwe biparêze…, di vê çarçoveyê de jî ez xwe weke Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz dikim, Netewên Yekgirtî di vê mijarê de rola xwe bilîze.”

Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, mijareke din e ku UNAMI bi giringî ve dişopîne.

Roja 19ê Mijdara îsal, Berpirsa UNAMI Jeanine Hennis-Plasschaert tevî şandeke hikûmeta Iraqê serdana parêzgeha Neynewayê kiribû û li gel pêkhateyên Şingalê civiyabû, daku ji nêzîk ve guh li daxwaziyên wan bike.

Jeanine Hennis-Plasschaert wê demê di daxuyaniyekê de bo çapemeniyê ragihand: “Dema ku di wan demên dawî de hikûmeta federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hejmarek prensîp û pêngavan ji bo serkeftina di ser nakokî û rikeberiyan de rêkeftin, ez geşbîn bûm, geşbîn bûm ku rêyeke nû ji bo qonaxeke nû vedike li Şingalê, qonaxek ku karê wê yê sereke ji bo berjewendiya xelkê Şingalê ye, lê ji bo ku ewana tevde pêk bên, pêwîstiyeke memzin bi îdareyeke serbixwe û desteya ewlehî ya serbixwe heye, ku bingeha her pêşveçûnekê ye, rêkeftina navbera herdu hikûmetan jî ew yek nas kiriye. Îmzekirina wê rêkeftinê pêngava yekem e û cîbicîkirina wê ya bi diristî karekî bingehîn e.”

Her sê mehan carekê, Encûmena Asayişa Navdewletî, ji bo nirxandina rewşa Iraqê û bernameya UNAMI dicive.

Di Tebaxa 2020 de, Jeanine Plasschaert bi rêya videokonferansê têkildarî peywendiyên navbera Bexda û Hewlêrê ragihandibû, “danûstandinên avaker yekane rê ye. Destûra Iraqê sala 2005 di jêr fişareke zêde ya dem de hat pêkanîn, lê piştî 15 salan, hêj wê kêmasiyê alozî û nîqaş di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de çê kiriye, hêj li hev nekirine li ser bihêzkirina sîstema federaliyê.”

Rudaw
Top