• Friday, 06 February 2026
logo

Çavuşoglu: Em li bendê ne Yekîtiya Ewropa şaşiyên xwe bibîne

Gulan Media November 24, 2020 Nûçe
Çavuşoglu: Em li bendê ne Yekîtiya Ewropa şaşiyên xwe bibîne
Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu îro ragihand, ew li bendê ne ku Yekîtiya Ewropa ji şaşiyên xwe têbigihe û wan nirxan bibîne, ku bi endamîtiya Tirkiyê lê zêde dibe.

Mevlut Çavuşoglu îro Sêşemê 24ê Mijdarê di civîna Komîsyona Plan û Budceyê ya parlamentoya Tirkiyê ya derbarê budceya Wezareta Derve de amade bû û û derbarê peywendiyên navbera Tirkiye-Yekîtiya Ewropa û Tirkiye-Amerîkayê de daxuyanî dan.

Çavuşoglu derbarê têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re got, “em li bendê ne Yekîtiya Ewropa ji şaşiyên xwe têbigihe û wan nirxan bibîne, ku endamîtiya Tirkiyê bo vê yekîtiyê zêde dike.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha têkildarî peywendiyên welatê xwe li gel Amerîkayê jî da xuyakirin, “em hewlên pêwîst didin ji bo ku peywendiyên me biçin atmosfêreke erênî ku di berjewendiya herdu welatan de be.”

Mevlut Çavuşoglu diyar jî kir, Tirkiyê mêvandariya 3.6 milyon koçberên Sûrî kiriye û heta niha 411 hezar Sûrî ji Tirkiyê vegeriyane welatê xwe.

Rudaw
Top