• Thursday, 05 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî serxweşiyê li malbata Pêşmergeyê şoreşa Eylûl û Gulanê Ekrem Sofî dike

Gulan Media November 24, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî serxweşiyê li malbata Pêşmergeyê şoreşa Eylûl û Gulanê Ekrem Sofî dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl û Gulanê Ekrem Sofî peyameke serxweşiyê belav kir.

Serokwezîr di peyama xwe de got: “Bi mixabinî ve min nûçeya koça dawiyê ya kesayetiya niştimanperwer a Hewlêrê û Pêşmergeyê herdu şoreşên Eylûl û Gulan Ekrem Sofî bihîst. Ez serexweşiyên xwe pêşkêşî binemala wî dikim.”

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û aramiyê bide malbat û hevalên wî.”

Top