Serokê herêmê peyameke sersaxî da malbeta Mîrza Refêq
Duhê koça dawî kiribû.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê koça dawî ya kesayetiyê bernas yê Silêmanî, Mîrza Refêq peyameke sersaxî pêşkêş kiriye û nivîsandiye: Mixabin nûçeya koça dawî ya pêşmergeyê dêrîn ya her du şoreşên Îlon û Gulanê û kesayetiyê bernas yê Silêmanî, Mîrza Refêq gehêşte me, nav hatî kesekî nîştimanperwer bû, sersaxiyên xwe pêşkêşî malbeta rehmetî dikim û hevparê xema wanim.
Xwedê mezin rihê rehmetî bi ceneta xwe şad bike û aramî jî bide kesûkarên wî.
