Dîyarî Husên: PDK, dê bihêz ve wegere Kerkûkê
Cîgirê berpirsê encûmena rêveberiya Kerkûk – Germiyan ê PDKê Diyarî Husên ji BasNewsê re ragehand, serokwezîrê Iraqê agahdariya wan saziyên li Kerkûkê kirine ku binkeyên PDKê yên li Kerkûkê vala bikin û ji bo wê jî nivîsek şandine ku demeke kurt de ew yek bicîh bê.
Diyarî Husên ragehand, partiya wan dê bi awayeke bihêz û bi hildana Ala Kurdistanê ve dê wegere Kerkûkê.
Roja 22.11.2020ê lîwaya 61 a taybet ser bi encûmena wezîrên Iraqê ji derî û derdora Kerkûkê hatin vekêşandin û li leşkerîgeha Keywan hatin bicîh kirin.
Hêzeke 500 polîsên nû li Kerkûkê ji hemû pêkhateyan dê bê ava kirin û di cîha lîwaya 61 a taybet de dê bicîh bibe.
Basnews
