• Thursday, 05 February 2026
logo

Serok Barzanî peyameke sersaxî da malbeta Mîrza Refêq

Gulan Media November 24, 2020 Nûçe
Serok Barzanî peyameke sersaxî da malbeta Mîrza Refêq
pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê bû.
Mîrza Refêq duhê koça dawî kiribû.

Serok Barzanî jiber koça dawî ya kesayetiyê bernas yê devera Silêmanî û Pênciwênê peyameke sersaxî pêşkêş kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Mixabin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê navdar yê devera Silêmanî û Pênciwênê Mîrza Refêq gehêşte me, sersaxiyên xwe pêşkêşî malbeta wî, kesûkar, dost û nasên wan dikim û hevparê xema wanim.

Daxwaz ji xwedê mezin dikim ku rihê rehmetî bi ceneta xwe şad bike û aramî jî bide tevahiya aliyan.
Top