• Friday, 06 February 2026
logo

Şanda nivîskarên Bakûrê Kurdistanê serdana parlementoyê kir

Gulan Media November 23, 2020 Nûçe
Şanda nivîskarên Bakûrê Kurdistanê serdana parlementoyê kir
dibêje pkk xizmeta doza gelê Kurdistanê nake.
Daxuyaniyek jî derbarê êrîşên pkkê de pêşkêş kir.

Îro şandeke siyasetmedar û nivîskarên Bakûrê Kurdistanî serdana parlementoya Kurdistanê kir û li gel Serokatiya parlementoyê civiya.

Piştî civînê li ser navê şanda mêwan nivîskar Îbrahîm Gûçlû daxuyaniyek çapemenî da raya giştî û ragihand ku parlementoya Kurdistanê bo her Kurdekî pîroze.

Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de rexneyên tund li pkkê kir û ragihand ku pkk her ji destpêka damezrandina xwe ve heta îro zirar daye gelê Kurdistanê û doza Kurdistanê.

Îbrahîm Gûçlû diyar kir ku lazime pkk ji başûrê Kurdistanê derbikeve, rêz ji pêgeha herêma Kurdistanê bigire û dev ji gefên xwe yên ser başûrê Kurdistanê berde û xizmeta dijmin û neyarên Kurdistanê neke.
Top