Îsraîl û Mîrgehên Yekgirtî yên Erebî vîze di navbera xwe de rakirin
Peymana rakirina vîzeyan di navbera Îsraîl û Îmaratê de li Tel Avîv a paytexta Îsraîlê hatibû îmza kirin û roja 01.11.2020ê ji aliyê hikûmeta Îmaratê ve hatibû pejirandin.
Duh 22.11.2020ê Encûmena wezîrên Îsraîlê bi yek dengî rêkeftin pejirand.
Piştî pejirandina rêkeftinê ji aliyê hikûmeta Îsraîlê ve jî geştyarên her du welatan dikarin bê vîze serdanê bikin.
Basnews
