• Friday, 06 February 2026
logo

Medyaya Îsraîlê: Netanyahu çû Siûdiyê

Gulan Media November 23, 2020 Nûçe
Medyaya Îsraîlê: Netanyahu çû Siûdiyê
Radyoya Artêşa Îsraîlê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duhî li Siûdiyê bi Cihnişînê Siûdiyê Mihemed Bin Selman û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re civiya.

Ji aliyê xwe ve rojnameya "Yedioth Ahronoth" ragihand, Mihemed Bin Selman di civîneke sêalî de bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re hevdîtin pêk anî.

Diyar kir jî, Netanyahu ji bajarê "Neom" ê Îsraîlê ve ber bi Siûdiyê bi rê ket. Netanyahu 3 demjimêran li wir ma, paşê vegeriya.

Di derbarê vê serdanê û hevdîtinê de, Ofîsa Netanyahu red kir ku li ser vê nûçeyê ti daxuyaniyan bide.

Medyaya Îsraîlê li ser zarê çavkaniyan got, "Di wê serdanê de Serokê Mossadê Yosî Kohan bi Netanyahu re bû. Dibe ku ji bo asayîkirina pêwendiyên di navbera Îsraîl û Siûdiyê, yan dosyaya Îranê de guftûgo hatibin kirin.”

Riyaz heta niha bi awayekî eşkere red kir ku pêwendiyên xwe yên bi Îsraîlê re asayî bike. Rayedarên Siûdiye dibêjin, divê beriya her tiştekî, pirsgirêka Filistînê were çareserkirin.

Behreyn û Îmarata Erebî di nîvê meha Îlonê de li Koşka Spî ya Amerîka du peymanên asayîkirina pêwendiyan bi Îsraîlê re îmze kiribûn. Vê yekê jî di karvedanên nerazîbûnê ji aliyê Filestîn û Filestîniyan li pişt xwe anîn.

K24
Top