• Thursday, 05 February 2026
logo

Qaymeqamê Amêdî: Ji 348 gundên deverê 198 gund ji ber şerê PKKê û Tirkiyê vala bûne

Gulan Media November 23, 2020 Nûçe
Qaymeqamê Amêdî: Ji 348 gundên deverê 198 gund ji ber şerê PKKê û Tirkiyê vala bûne
Qaymeqamê qeza Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê Îsmaîl Mistefa ragehand, di cîha gundiyên deverê vegerin ser cîhên xwe, ji ber metirsiya PKKê gundên tejî jî vala dikin û ev yek bûye sedemê koçberiya xelkê navçeyê.

Qaymeqamê qeza Amêdiyê Îsmaîl Mistefa ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji ber hebûna çekdarên PKKê li sînorê gundan, ji 348 gundên devera Amêdiyê 198 gund hatine vala kirin û rûniştvanên wan berê xwe dane bajaran. Ji ber hebûna binkeyên PKKê balefirên Tirkiyê berdewam bombebaran sînorê gundan dikin û ev yek bûye sedemê ziyaneke zêde yê madî û canî û jîngeyî yê navçeyê.’’

Herwaha got: ‘’Sedemê wan bombebaran û koçberiyan hemûyan PKK ye, ji ber gelek nêzîkî gundan bûne û gelek cîha hatine nav gundan û bûne cîhê metirsiyê li ser jiyana hemwelatiyan.’’

Îsmaîl Mistefa got: ‘’Ji ber metirsiya bombebaranan û hebûna PKKê xelk nikare vegere cîhê jiyana xwe û hin gund hene malbatek an jî du malbat tê de mane û ewên din hemû vala kirine.’’

Qaymeqamê Amêdî got: ‘’Gelek gundên devera Amedî hene ku di çend mehên borî de hatine vala kirin, bi taybet deverên Berwara jor, Bamernê, Wermîlî û Babîrî hemû jî ji ber şer û pevçûna PKKê û Tirkiyê vala bûne.’’

Basnews
Top