Erdogan, cihgirê xwe derheqê Demîrtaş de rexne dike!
Serokkomarê Tirkiyeyê Û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan bi riya internetê beşdarî 7'emîn kongreyên partiya xwe yên li Isparta, Burdur, Gümüşhane, Kastamonu û Sinopê bû.
Erdoganî got, “Nabe daxûyaniya çi kesê bi Serokkomar û partiya me ve bê girêdan. Em nikarin bi ew kesên ku ji Enqereyê heya Stenbolê bi rêxistinên terorê re mil bi mil dimeşîn re bibin yek. Kesên Komkujiya Bûyerên Kobanî pêk anîne û kûjerên Yasîn Borî nabe ji aliyê Recep Tayyip Erdogan û hevaldozên wî ve bên parastin."
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kilicdaroglu ji bo edaleta giştî ji Stenbolê heya bi Enqereyê bi piya meşiya bû. Her wiha Erdogan Serokê Berê yê HDP'yê Selahattin Demirtaşî bi Bûyerên Kobanî sûcdar dike.
Erdoganî got, "Em dibînin ku hinek kes daxûyaniyên takekesî didin û wan gotinan bi daxûyaniyên me yên derheqê reforman ve girê didin. Bi vî rengî agirê fitneyê gûr dikim."
Cihgirê Erdoganî Bûlend Arinc gotibû, "Min pirtûka Selahaddîn Demirtaş a bi navê Dewran xwend. Belkî hizra we negûhorê lê hûnê aş û azarên kurdan têbigihin, dibe ku hizrên we yên derheqê kurdan de bên gûherîn. Beşek ji mezlûmên vî welatî kurd in."
K24
