Hejmareke Kurd dê li Efrîn, Bab û Ezazê dest bi dewamê bikin
Endamekî Desteya Pêwendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser dibêje, Encumena Nitîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) heya niha di nava Îtilafê de tê birêvebirin û nikare bigire û helwesta Kurdî nîşan bide. Endamekî Polîtbîroya Yekîtiya Kurdistanî li Sûriyê dibêje, erkê wan yê sereke rawestandina binpêkariyan e û vegerandina kesên ku ji malên xwe derketine.
Îtîlafa opozisiyona sûriyê, navendên xwe li hersî bajarên Efrîn, Bab û Ezaz vedike û li gorî biryareke navxweyî ya wê îtîlafê, pêwîst e endamên wan ku ji 88 kesan pêk tên û 11 ji wan Kurd in, li wan navçeyan kar û dewamê bikin.
Rêveberiya Xweser ENKSê bi wê yekê tometbar dike ku nûneratiya Kurdan di nava îtîlafê de nake.
Derbarê mijarê de Endamê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulrehman Selman dibêje: “Bi rengekî diplomasî û bi rengekî nerm ba jî, ev dide nîşan dan, heya niha mixabin ENKSê di hûndir Îtîlafê de tê birêvebirin û nikare cihê xwe bigre û helwesta Kurdî bîne ziman.”
Nêzîkê sê salan dibe, bajarê Efrînê di bin kontrola artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve de ye, ji 500 hezar nişteciyan wî bajarî, 350 hezar koçber bûn yên mayî jî bi derdewamî rastî êşkencedan û bipêkariyan tên.
ENKSê beşek ji îtîlafa opozisiyonê ye û pabendî biryarên wê yên navxweyî ye, dibêjin ku di rêya van serdanan re dê hewla xweşkirin rê bo vegera koçberan bidin.
Endamê Mekteba Siyasiya Yekîtiya Kurdistanê li Sûriyê Mejdel Delî jî got: “Ev guhertina demografî em dê li hemberî wê bisekînin û em dê hewl bidin xelkê barkirinê vegerînin û binpêkariyan bisekinînin. Di danûstandinan de ev yek ji karê me yê sereke ye. Divê binpêkarî bêne seknandin û piştre xelkê me vegerin malên û warên xwe.”
Di 19 vê mehê de, wêneyên Nûnerê ENKSê yê Opozisiyona Sûriyê Ebdullah Gedo li Efrînê hat belavkirin, welatiyên Rojavayê Kurdistanê bi taybet li ser torên civakî nerazîbûna xwe derbarê wê serdanê de derbirîn.
Di Îlona sala derbasbûyî de jî, wêneya nûnerê ENKSê li Efrînê hat belavkirin lê wê demê, ev nûçe hatibû retkirin û ji aliyê ENKSê ve sê merc ji bo derbasbûna Efrînê hatibûn destnîşankirin, derketina grûpên çekdar, bicîkirina polîsên sivîl ku piraniya wan Kurd bin û avakirina dadgehekê taybet bi mafê mirovan, lê tevî bicî hatina van mercan, ENKS bi girîngî behsa vê serdana dike ku alîkariya Kurdan li wir bike.
Rudaw
