• Thursday, 05 February 2026
logo

Ewropayê mafê penabertiyê dide leşkerên ji artêşa Sûriyê reviyane

Gulan Media November 22, 2020 Nûçe
Ewropayê mafê penabertiyê dide leşkerên ji artêşa Sûriyê reviyane
Dadgeha Bilind a Yekîtiya Ewropa biryar da, mafê penabertiyê bidin leşkerên Sûrî yên ji artêşa Sûriyê cuda bûne.

Dadgeha Bilind a Yekîtiya Ewropa biryarek derbarê welatiyên Sûrî yên ku ji artêşa Sûriyê û xizmeta leşkeriyê reviyane de derkir. Tê de mafê wergirtina penabertiya temam li seranserî welatên Ewropayê da wan.

Di biryarê de hatiye, her kesê ji xizmeta leşkeriya Sûriyê reviye û bixwaze mafê penabertiyê bike, dikare wî mafî werbigire, heger hate tekezkirin ku ew di nava artêşê de rastî zordariyê hatiye.

Pêştir, li Ewropayê daxwaza penabertiyê ya leşkerên ji artêşa Sûriyê veqetiyane dihatin redkirin û tenê mafê parastinê ji bo wan dihat dayîn.

Sûriye ji sala 2011'an vir ve, meydana şerê navxweyî û cihê yekalîkirina nakokiyan di navbera welatên din de ye. Dadgeha Yekîtiya Ewropayê dibêje ku hemû aliyên ku di şer de beşdar in, yasayên navdewletî û mafên mirovan binpê dikin.

Li gorî yasayên Sûriyê, her ciwanekî gihîştiye temenê 18 saliyê, divê du salan leşkeriyê bike û nikare red bike.


K24
Top