• Thursday, 05 February 2026
logo

Îro lijneya sererast kirina destûra Iraqê derbarê madeya 140 de dicive

Gulan Media November 22, 2020 Nûçe
Îro lijneya sererast kirina destûra Iraqê derbarê madeya 140 de dicive
Biryare lijneya serarast kirin û nûjen kirina destûra Iraqê bo guftûgoya li ser madeya 140ê dicive, ku beşek ji şîeyên pêşneyar kirine ew made ji destûrê bê derxistin.

Peyamnêrê BasNewsê ragehand biryare îro 22.11.2020ê lijneya sererast kirina destûra Iraqê li encûmena nûnerên Iraqê dicive, ku civîn taybet li ser guftûgo kirina li ser madeya 140 dibe.

Herwaha got, pêştir çend madeyek ku li ser destûrê hene, guftûgo li ser hatine kirin bo sererast kirina kar temam bûne û li ser madeya 140 civîn hatiye kirin, îro careke din lijne dicive, di wê çarçoveyê de jî beşek ji şîeyan daxwaza rakirina wê madeyê kirine.

Peyamnêrê basnewsê aşkera kir, di civîna pêştir hemû aliyên Kurdistanî dijî wê pêşneyarê bûn û li ser wê pirsê jî yekhelwêst bûn.

Basnews
Top