Îro lijneya sererast kirina destûra Iraqê derbarê madeya 140 de dicive
Peyamnêrê BasNewsê ragehand biryare îro 22.11.2020ê lijneya sererast kirina destûra Iraqê li encûmena nûnerên Iraqê dicive, ku civîn taybet li ser guftûgo kirina li ser madeya 140 dibe.
Herwaha got, pêştir çend madeyek ku li ser destûrê hene, guftûgo li ser hatine kirin bo sererast kirina kar temam bûne û li ser madeya 140 civîn hatiye kirin, îro careke din lijne dicive, di wê çarçoveyê de jî beşek ji şîeyan daxwaza rakirina wê madeyê kirine.
Peyamnêrê basnewsê aşkera kir, di civîna pêştir hemû aliyên Kurdistanî dijî wê pêşneyarê bûn û li ser wê pirsê jî yekhelwêst bûn.
Basnews
